28 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
EZAZ
Li bakurê Sûriyeyê li Mareaya ku di nava herêma Mertalê Feratê da ye, piştî êrîşên rêxistina terorê YPG/PKKyê pevçûn derket.
YPG/PKKyê ji Til Rifeta ku îşxal kiriye, ber bi Mareayê guleyên tacîzê agir kirin.
Ji ber guleyên çekên lûledirêj ên rêxistina terorê, 3 mensûbên Artêşa Azad a Sûriyeyê hatin kuştin, 5 jê jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Mareayê.
Milên rojhilat, başûr û rojava yên Mareaya ku 20 kîlomêtro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, ji sala 2015an vir va di bin îşxala rêxistina terorê da ne.
Dixwazin aramiya ku bi destê Tirkiyeyê li Mareyê hatiye edilandin, xirab bikin.
Mareaya ku gelek sivîl lê dimînin, rastî êrîşên rêxistina terorê tê.