Türkan Tosun
28 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê ji ber Cejna Komarê ya 29ê Cotmehê çalakiyeke ajotina duçerxiyan hat lidarxistin.
Çalakî ji hêla Şaredariya Şahînbeyê hat lidarxistin.
Welatiyên duçerxiyên xwe siwar bûn ji Meydana Demokrasiyê heta pêykerê Şahînbeyê çûn.
Şaredar Mehmet Tahmazoglu beriya turê daxuyand ji ber 95emîn salvegera Komarê şaredariyê ev çalakî li dar xistiye.
Tahmazoglu 95emîn sala Komarê pîroz kir û got ew spasiyên xwe li Xazî Mustafa Kemal Ataturk û hevalên wî dike.
Tahmazoglu wiha axivî: "Li Çanakkaleyê 253 hezar, li Gazîentabê 6 hezar û 317 şehîd û li gelek aliyên Tirkiyeyê kesên ji bo parastina welêt rûhê xwe feda dikin hene. Rehma Xwedê li hemû şehîdên me be. Ez spasiya hemû welatiyên me û xwendekarên me dikim."