11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 12 Hezîran 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Heyva Sor a Tirkan wê di meha remezanê da alîkariya xwarin û xurekê bide hezar malbatên penaber ên ji Mûsil û Telaferê ku li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê dimînin.
Serokê Delegasyona Alîkariya Însanî ya Iraqê ya Heyva Sor a Tirkan Bulent Bîlgîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Heyva Sor a Tirkan di salvegera xwe ya 148emîn da di serî da li Tirkiyeyê li hemû herêmên dinyayê alîkariya malbatên ku ber şer mexdûr bûne dike. Em ê di meha remezanê da alîkariya malbatên penaber ên li Hewlêrê bikin."
Bîlgîn diyar kir ku di serî da alîkariya 200 kesî kirine û wê di rojên pêş da ev hejmar derkeve hezarî.