11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Bariş Samîrê ku ji nifşa 59emîn neviyê Weysel Qaranî ye û Xirxeyê Şerîfê ku li ser wesiyeta Hezretî Mihemed diyarî kalê wî hatiye kirin diparêze got: "Ji bo Xirxeyê Şerîf li ber behrê qesrek dane kalê min ku ew jî xirxe bide wan. Lê kalê min jî ji wan ra gotiye ez xwediyê wî nînim, ez bi tenê diparêzim."
Xirxeyê Şerîf ê Hezretî Mihemed Pêxember şeva leyletûl qedrê li Mizgefta Xirxeyê Şerîf a Fatihê piştî nimêja terewîha heta saet 03.30yî wê bikaribe bê ziyaretkirin.
Çîroka Xirxeyê Şerîf:
Weysel Qaranî ji bo rojekê ji diya xwe îznê distîne û ji bo Hezretî Mihemed ziyaret bike diçe Medîneyê lê Hezretî Mihemed ne li Medîneyê ye. Weysel Qaranî ji ber rewş û soza ku daye diya xwe vedigere û nikare Hezretî Mihemed bibîne. Dema ku Hezretî Mihemed hay ji vê meseleyê dibe kêfa wî gelek ji Weysel Qaranî ra tê û wesiyet dike ku bila xirxeyê wî bidin Weysel Qaranî. Hezretî Omer û Hezretî Elî xirxe dibin li Harema gundê Yêmenê teslîmî Weysel Qaranî dikin.
- Xirxeyê Şerîf 405 sal e ku ji bo ziyaretê tê raxistin
Qaranî wefat dike ji ber ku zarokên wî jî tunene xirxe ji birayê wî Şehabettîn el Uweysî ra dimîne. Malbata Uweysî li Iraq û Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bi cih dibin lê ji ber ku li wan deran şer û pevçûn zêde diqewimin koçî Kuşadasiyê dikin. Malbat li ser daxwaza Siltan Ehmedê Pêşîn berê xwe didin Stenbolê û Xirxeyê Şerîf di mala ku mezinê malê Şukrillah el-Uweysî li Fatîhê kirê kir da tê raxistin.
Ev mal ji ber ku têr nake di dema Evdilhemîdê 1emîn da li cihê ku di nav hewşa Mizgefta Xirxeyê Şerîf a îro da odeyek tê çêkirin û ji sala 1780 pê va li wê derê tê raxistin. Piştî ku Siltan Ebdilmecîd Mizgefta Xirxeyê Şerîf dide avakirin ev emanetê pîroz ji sala 1847an vir va li wê derê tê raxistin.
Bariş Samîrê ku ji nifşa 59emîn neviyê Weysel Qaranî ye û Xirxeyê Şerîf ê ku li ser wesiyeta Hezretî Mihemed diyarî kalê wî hatiye kirin diparêze daxuyanî da nûçegihana AAyê ragihand ku ev wezifeyeke zor e lê ewqas jî bi şeref e.
Samîr destnîşan kir ku wezifeya wan heta bêjî zor e lê ewqas jî bi şeref e û wiha pê da çû: "Ji bo Xirxeyê Şerîf li ber behrê qesrek dane kalê min ku ew jî xirxe bide wan. Lê kalê min jî ji wan ra gotiye ez xwediyê wî nînim, ez bi tenê diparêzim."
Bariş Samîr bi bîr xist ku du xirxeyê Hezretî Mihemed tên parastin ji wan yek li Qesra Topkapiyê ye û yê din jî ji hêla malbata wî va tê parastin.