20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Erdogan: "Hêzên ewlehiyê û dozgeriya me bûyera li Sirûcê lêkolîn dikin. Wê her tişt bê eşkerekirin û sûcdar li ber edaletê bên darizandin."
Erdogan: "Me li 10 ciyên girîng ên Qendîlê xist. Me di ya duduyan da jî bi operasyonê taxima serokên li Qendîlê di civînê da bûn hel kir."
Erdogan: "Bi hevkariya Zanîngeha Heranê, Weqfa Mearifê ya Tirkiyeyê û YOKê em niha li El Babê Fakulteya Zanistên Bitetbîq ava dikin."
Erdogan: "Ew rojên ku em ê van sîtilên fîtne û fesadiyê yên li ber serê Rihayê dikelin, biqelêbin jî nêz in. Hin kes dibe ku hêviya xwe bi hin kesên ku wê qet destê xwe dirêjî wan nekin va girê dabin. Ji wê rêya ku ew tê da diçin em zû da hatine. Em zanin ku çareserkirina pirsgirêkê li qadê mimkun e. Ji ber vê jî em dewsa ku her carê destê xwe li pêş yekî vekirin bi hêzên xwe teahûdê didin we ku em ê dervayê sînor ewle bikin."
Erdogan: "Îcar dor tê ser derdora Urfayê. Di demeke nêzik da bi îzna Xwedê û alîkariya gelê me em ê van deran ji terorîstan paqij bikin û teslimî xwîşk û birayên xwe yên Ereb, Kurd û Tirkmen bikin ku xwediyên wê yên eslî ne."
Erdogan: "Yan emê ber bi armancên xwe yên 2053 û 2071an bi kelecanî bibezin yan jî em ê cardin bi tirsa salên 1970 û 90î di nav xwe da girtî bimînin."
Erdogan: "Partiya pêlîstoka rêxistina cudakar berê ferman ji Qendîlê distend, lê em niha bi serê wan da tînin xwarê. Me dest pê kir û em li wir jî datînin. Ka em ê bibînin wê ji niha pê da kîjan çiya ji wan ra fermanê bişîne?"
Erdogan: "Kemal Beg derketiye û dibêje 'Min pirsgirêka sergirtinê çareser kir.' Tu kî yî û te çi çareser kiriye? Parlamenterên partiya te di odeyên qanekirinê da serê keçên min yên sergirtî vekirin."
Serokomar Erdogan: "Ji bin kesên ku wekî parlementer şandin Enqereyê çi derdikeve, baronên hişbirê derdikevin, heta qaçaxçitiya çekan her cure qirêjahî heye. Kesên ku wekî şaredar anîne ji bilî ku bajêr bixin nav pîsîtiyê, çopê, xendeq û sefaletê tiştekî din nekirin. Xwedêkirî şaredarên me yên qeyûm hatin û bajarên me xizmet dîtin."