Tirkiye

Ajansa Anadoluyê ji bo hilbijartinên 24ê hezîranê amade ye

Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci: "Ji bo ku em encamên hilbijartinên 24ê hezîranê bigihînin raya giştî me amadehiyên xwe temam kirin."

Türkan Tosun  | 20.06.2018 - Rojanekırın : 24.06.2018
Ajansa Anadoluyê ji bo hilbijartinên 24ê hezîranê amade ye

Ankara

ANKARA 

Tirkiye di 24ê hezîranê da cardin diçe li ser sindoqan.

Hilbijartinên 24ê hezîranê wê bibe yekemîn hilbijartina Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ya ku di 16ê nîsanê de bi raydayîna gel va ketibû rewacê.

Di vê hilbijartinê da hilbijêr wê him parlamenteran û him jî serokomar hilbijêrin.

Encamên Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn û Serokomariyê wê ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) bên weşandin.

Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya Ajansa Anadoluyê Şenol Kazanci daxuyand ku di 6 hilbijartinên dawîn û referandumekê da piştî demeke kin a jimartina ray û sindoqan AAyê encam gihandin aboneyên xwe û raya giştî.

Kazanci got encamên ku Ajansa Anadoluyê weşandin û yên sindoqan ji sedî 100 hevdu girtin.

- "Ajansa Anadoluyê gihîştiye asteke kurewî û ev ji bo me şanazî ye"

Kazanci anî ziman Ajansa Anadoluyê ji bo ku encamên hilbijartinên 24ê hezîranê bigihîne raya giştî amadehiyên xwe temam kir û wiha axivî: "Piştî ku kar û barên hilbijartinê diqedin em daneyan ji zabitnameyên ku ji hêla hemû nûnerên partiyan va hatine îmzekirin hildidin û bêyî ku rawestin digihînin raya giştî. Hema bibêje 50 milyon hilbijêr rayê didin û em encamên hilbijartineke wiha bi awayekî lez û ji sedî 100 didin. Ev ji hêla yekîtiyên ajansên nûçeyan yên navneteweyî hatiye pîrozkirin û xelatkirin. Ji bilî ajansa neteweyî ya Tirkiyeyê Ajansa Anadoluyê gihîştiye asteke kurewî û ev ji bo me şanazî ye."

Kazanci got ekîba AAyê ya profesyonel ji bo ku erize û şaşiyek çênebe sîstemek ava kiriye û di her hilbijartinê de vê sîstema xwe nû dike, li qadê û sanal ceribandinan dike, paşê encaman digihîne raya giştî.

Kazanci daxuyand hilbijartinên 24ê hezîranê ji hin hêlan va hilbijartineke cuda ye, lewra di vê hilbijartinê de cara ewil partî wê bikaribin îtîfaqê bikin, welatiyên astengdar wê sindoqên seyar bi kar bînin, him serokomar û him jî parlamenter wê di heman demê de bên hilbijartin, ji ber van guherînan AAyê jî di sîstema xwe da guherîn kir.

Der barê îdia û buxtanên ji bo AAyê tên kirin jî Kazancî got yên xebatên AAyê aciz dibin van îdiayan dikin, lê ev jî nîşan dide ku ew li ser rêya rast dimeşin.

Kazancî wiha dewam kir: "Wek ku tê zanîn piştî ku kar û barên hilbijartinê diqedin zabitnameyên ku ji hêla hemû nûnerên partiyan va hatine îmzekirin li cihekî ku her kes dikare bibîne tên daliqandin. Nûçegihanên Ajansa Anadoluyê jî van encaman hildidin û digihînin navendê. Encam li ser bernameya Ajansa Anadoluyê ya ku bi xwe amade kiriye tê barkirin û bêyî rawestandin bi abone û raya giştî re tê parvekirin."

- "Ajansa Anadoluyê saziya vî gelî ye"

Kazancî destnîşan kir encamên teqez ên ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) eşkere dike û yên AA digihîne raya giştî li hev digrin, yên ku îdia û buxtanan dikin heta îro jî delîlek nîşan nedane ku di daneyên AAyê de dubendiyek heye û wiha dewam kir: "Ajansa Anadoluyê saziya vî gelî ye. Êrîşa li ser vê saziya gel û xebatkarên wê yên fedakar neheqî ye, bê wicdanî ye, pirsgirêkeke exlaqî ye. Em karê xwe dikin. Em hewl didin bi awayekî herî baş karê xwe bikin. Emê di hilbijartinên 24ê hezîranê de jî bi hemû xebatkarên xwe va bi fedakarane û awayekî herî baş karê xwe bikin. Armanca me ew e ku li dinyayê em di nav 3 ajansan de cih bigrin. Ji bo ku em bigihêjin vê armancê jî emê bê tawîz û bibiryar bixebitin. Hilbijartinên 24ê hezîranê ji bo gel û welatê me li ser xêrê bin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.