Önder Beyter
04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 04 Hezîran 2018
ANKARA
Warêlê nefta Brent li piyaseyên navneteweyî bi 76,69 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta Brent roja înê bi 77,68 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 77,86 dolarî. Warêlê nefta Brent îro serê sibê jî bi 76,57 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.52yan pê va ji sedî 0,15 şikest û bû 76,69 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 65,81 dolarî hat firotin.
Li gorî daneyên ku Rêveberiya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) roja pêncşemê ragihandin, li wî welatî hilberîna nefta xam rojane 44 hezar warêl zêde bû û derket 10 milyon û 769 hezar warêlî.
Li gorî raporê tê texmînkirin ku Amerîka wê sala were hilberîna xwe ya nefta xam a rojane derxe 11,9 milyon warêl û wê bide pêşiya Rûsyaya ku di dinyayê da hilberînerê herî mezin ê nefta xam e.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 76,50 û 76,61 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 76,28 û 76,39 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.