Önder Beyter
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
KILÎS
Bihurîna ji Deriyê Sînor Oncupinarê ya Sûriyeyiyên ku dixwazin Eyda Qurbanê li welatê xwe derbas bikin, didome.
Ji 50 hezar Sûriyeyiyên ku randevu hildan da ku Eyda Qurbanê li cem eqrebayên xwe yên li herêmên wekî Ezaz, Mare, Soran, Axtarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û El Bab û herwiha herêmên mayîn ku bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va ewlehî lê hat edilandin derbas bikin, 26 hezar jê çûn welatê xwe.
Sûriyeyiyên ku pêşiyê qeyda xwe li ser pergala online ya randevuyê ya Walîtiya Kilîsê çêkirin, di çavdêriya ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê û Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê da hatin ber Deriyê Sînor Oncupinarê. Li vê derê Sûriyeyiyan di şaxa xizmeta mobîl a Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê qeyda xwe çêkirin û herwiha piştî kontrola ekîbên Midûriyeta Parastina Gumrikê li otobusan siwar bûn û çûn welatê xwe.
Nedîm Hemdoyê Sûriyeyî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku nêzîkî 5 sal berê hat Tirkiyeyê û li Entabê dimîne.
Hemdo got ku ew ê piştî çend salan biçe cejna dê û bavê xwe pîroz bike û wiha dewam kir, "5 sal e ez nikaribûm biçûma Sûriyeyê. Eqrebayên min bi piranî li Sûriyeyê ne. Piştî çend salan, meriv dizane ku îsal hinekî xweş û cejn heye. Xwedê bira ji hemû kesên xwedî ked razî be."
Esma Bozanê jî got ku ew ê piştî 4 salan biçe û cejna zarokên xwe û ya xizmên xwe pîroz bike û lewma jî ew pir kêfxweş e.
Bozanê diyar kir ku Tirkiye di wextê tengasiyê da xwedî li wan derket û wiha dewam kir, "Xwedê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan razî be, îzin da me û em ji bo eydê diçin welatê xwe."