2015 ж. 27 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 27 қыркүйек
DIYARBAKIR
Heyeta AK Partiyê bi minasebeta Eyda Qurbanê çû seredana Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya HDPyê.
Heyeta ku di navê de Serokê Bajêr ê Diyarbekirê yê AK Partiyê Mihemmed Akar û namzedê Parlementeriyê Galîp Ensarîoglu hebûn, çû ziyareta Hevserokê Bajêr ê Diyarbekirê yê HDPyê Omer Onen û Gulşen Ozer û eyda wan pîroz kirin.
Ozer got ku ew ji ber ziyaretê kêfxweş in û wiha xeberda: "Em hêvîdar in bûyerên şidetê yên ku li Tirkiyeyê diqewimin, bidawî bibin. Kurd, tirk, laz, çerkes û ermenî ji bo qet ferq nakin. Ewlad ewlad e, can can e. Ziman, dîn û nijada wî her çi be jî rengê hêstiran yek e. Tu hêstir bi rengekî cuda naherike. Em dixwazin ku bi ruhê cejnê aşitiyê pîroz bikin."
Ensarîoglu jî diyar kir ku li herêmê eyd dengê pêvajoya şidetê ya ku herkesî xemgîn dike, hat û wiha dewam kir, "Herdu partiyên ku li herêmê bihêz in, dixwazin ku pirsgirêkan bi rêya siyasetê hel bikin. Siyaset ji bo ku mirin werin sekinandin û însan li heyatê bimînin tê kirin."
Ensarîoglu bal kişand ku siyaset hunera çareserkirina krîz û kêşeyan e û wiha pê de çû:
"Siyaset çiqas bihêz bibe, ewqas jî şidetê kêm be. Vê erdnîgariyê têra xwe derd û cefa kişand. Îro roja çareserî û aşitiyê ye. Ev erk dikeve ser milê me. Em ne dujmin, reqîbên hev ên siyasî ne. Em dixwazin ku di pêşbaziya xizmetê de pêvajoya hilbijartinê mîna eydekê derbas bibe. Li vî welatî tu pirsgirêkeke me tuneye ku em nikaribin bi rêya diyalogê çareser bikin."
Ziyareta eydê dû re bêyî amadebûna çapemeniyê dewam kir.