26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
NEW YORK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha got: "Ez dikarim bibêjim ku pişta terora li dijî Tirkiyeyê hat şikandin."
Serokwezîr Davutoglu li New Yorkê di xwarina Weqfa TURKENê da axivî.
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da bal kişand ser pevçûnên li dewletên derdorê û wiha got: "Em di rojên dijwar da derbas dibin. Li Sûriye, Ukrayna, Iraq, Libnan, Yêmen û Libyayê şerên navxweyî hene. Li van welatên hema bibêje pergala dewletê tarûmar bûye."
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe da bal kişand ser bûyerên terorê yên dawîn û got di 20-23yê tîrmehê da rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ, DHKP-C û PKKyê êrîşî me kirin.
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku li dijî êrîşan demildest operasyon dest pê kirin û wiha dewam kir: "Bi van operasyonan ez dikarim bibêjim ku pişta terora li dijî Tirkiyeyê hat şikandin. Piraniya depo, baregeh û cebilxaneyên PKKyê yên li bakurê Iraqê hatin îmhekirin. Li sînorê me yê Sûriyeyê piraniya baregeh û sitargehên DAEŞê ku li dijî Tirkiyeyê talûke ne, hatin îmhekirin. Ji bo parastina ewlehî û pergala kamuyê xebatên baş hatin kirin."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku armanca me ya sereke avakirina demokrasî û pêkanîna pergala kamuyê ye û wiha dewam kir: "Em ê talûkeyên li dijî pergala kamuyê berteref bikin."