Haydar Şahin
2015 ж. 24 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 24 қыркүйек
ANKARA
Li Moskovaya paytextê Rûsyayê mizgeftê têra mislimana nekir û qismekî cimaetê li derva nimêja eydê kir.
Li Mizgefta Navend a Moskovayê ya ku bi tevkariya Tirkiye û Rûsyayê hatibû çêkirin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan do beşdarî merasima vekirina wê bibû nimêja eydê hat kirin. Welatiyên misliman eleqeyeke mezin nîşanî mizgeftê dan û ji bo nimêja eydê hatin mizgeftê. Mizgeftê têra mislimanan nekir û li derva jî hat nimêjkirin.
Welatî ji kontrola dedektorê derbas bûn derbasî aliyê mizgeftê bûn lê belê gelekê wan di mizgeftê da cî nedîtin û li kûçe û kolanan nimêja xwe kirin.
Polêsan li dorberê mizgeftê tevdîrên ewlehiyê girtin û firokeyan jî ji hewayê alîkarî dan wan.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di peyama xwe da eyda mislimanên li Rûsyayê pîroz kir.
- Mislimanên ji Qudsê berê xwe dan Mescîda Eqsayê
Mislimanên ji Qudsê ji bo nimêja eydê berê xwe dan Mescîda Eqsayê.
Filistiniyên ku ji nimêja eydê berê xwe dan Mescîda Eqsayê şebeqê zû derketin rê, ji ber vê yekê jî rêzeke dirêj çêbû.
Komeke ku di destê wan da alayên Tirkiye, Iraq, Cezayîr û welatên misliman hebû piştî nimêja eydê di hewşa Mescîda Eqsayê da çalakî li dar xist.
- Li Filistînê eyda Qurbanê
Li xeta Xezeyê bi sedan misliman ji bo nimêja eydî hatin herêma Zenneyê ya li Xan Yunisê û li wir nimêj kirin.
Bi sedan kes destê sibê hatin rasta ku hatibû amadekirin û Îsmaîl Heniyeyê Alîkarê Serokê Buroya Siyasî yê Hemasê nimêj da kirin.
Heniye di xutbeyê da wiha got: "Em di çarçoveya biratiyê da bangî birayên xwe yên li Misrê dikin, bira projeya kanala avê ya ku zirarê dide doza Filistînê û tarîxa Misrê bidin sekinandin."
- Li Efxanistanê eydî
Li Efxanistana ku her roj lê meriv tên kuştin û bûyerên terorê diqewimin gel ji bo nimêja eydê mizgeft deve devî tijî kir.
- Îran
Li Îranê bi nimêja eydê va eydê dest pê kir.
Ayetullah Seyîd Ehmed Xatemîyê Ezayê Heyeta Serokatiya Meclisa Uzmayê li wargeha Zanîngeha Tehranê nimêja eydê da kirin.
Li Tehranrê gelek siyasetmedar û fermandarên payebilind jî hatin nimêjê.