2015 ж. 24 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 24 қыркүйек
MEKKE
Dezgeha Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî daxuyand ku hejmara kesên ku di îzdihama li Mînayê de mirin derket 717an û hejmara birîndaran jî gîhaşt 805 kesan.
Ji hêla din hatibû daxuyandin ku ji bo tehliyekirina mirî û birîndaran xebat berdewam dikin û ji bo ku mirî û birîndaran sewqî nexweşxaneyan bikin 4 hezar personel bi 200 ambûlansî ve dixebitin.
Herwisa di 2006an de jî li Mînayê îzdiham qewimîbû û 362 kesan can dabûn.