Türkan Tosun
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
IGDIR
Çiyayê Agiriyê ya ku çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye mazuwaniya çivîk, bixûk, sîvorî û heywanên din dike.
Ji ber av û hewaya wê li quntara çiyayê Agiriyê gelek nebat lê hêşîn dibe û heywanên cur be cur lê dijîn.
Li herêmê herî zêde sîvorî balê dikşînin, lewra hejmara wan kêm e û ev cure heywan li vir hindik tên dîtin.
Mete Turkogluyê Midûrê Daristan û Karên Avê yê Îdirê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ev cure sîvorî herî zêde ji herêma Kafkasyayê dest pê bike li wê herêma ber bi Iraq, Sûriye û Filistînê diçe de dijîn û wiha axivî: "Li Tirkiyeyê jî herî zêde li Herêma Anadoluyê ya Hundir, Qers, Erzirom, Îdir û Agiriyê dijîn. Ew cihên ji av û nemê dûr hez dikin. Bi taybetî niha derdikevin, lewra nîvê salê radizên. Gelek caran hêşînahiyê dixwin, lê hin caran bixûk û çêlikên çivîkan jî dixwin. Feydeya wan ji axê re heye, dibin sedem ku ax hewayê hilde."
Welatî Îsmaîl Pala jî got sîvorî bala kesên ku tên navçeyê dikşînin û wiha axivî: "Ew hînî mirovan bûne, ji mirovan narevin. Tu kes jî zirarê nade wan. Heta wisa ku dema mirov li vir mangalê çêdikin ew tên bermayiyên wan dixwin."
Îdrîs Demirelê ku li herêmê wênekêşiya xwezayê dike jî got ew dema biharê wêneyên sîvoriyan dikşîne û wiha axivî: "Em wêneyê hemû heywanan dikşînin lê ji ber ku cureya van kêm tê dîtin zêdetir bala mirovan sîvore dikşînin. Kesên wênekêşiyê hez dikin dikarin li quntara Çiyayê Agiriyê, li Îdirê û Bazîda navçeya Agiriyê wêneyên van heywanan bikşînin."