Nihat Kavşut
25 Tebax 2018•Rojanekirin: 26 Tebax 2018
IGDIR
Geliyê Cehennemê" yê li bakurê Çiyayê Agiriyê dikeve ji bona macerahezan dereke balkêş e.

Çiyayê Agiriyê yê 5 hezar û 137 mêtro bilind e li kêşên xwe yên li bakurê Geliyê Cehennemê dihewîne.
Geliyê Cehennemê 2 hezar mêtro li bilindahiya Çiyayê Agiriyê ye û bi newal, kendal, cemed, av û tebîeta xwe dereke nuwaze ye.

Geliyê Cehennemê bi parkurên xwe yên asê li benda macerahezan e.
Mete Turkogluyê Midûrê Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê ya Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Geliyê Cehennemê zêde nayê zanîn û got ev der ji bona macerahezan gelek derfet û îmkanan di xwe da dihewîne.