İbrahim Atmaca
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
Li Ozapa navçeya Wanê piştî zivistana reş e dirêj rêncberan bi germbûna hewayê ra pez û dewarên xwe berdan çêrê.
Li navçeyê zivistan dirêj û dijwar derbas dibe û hatina biharê herî zêde rêncber şa kirin.
Li bajêr welatiyên ku bi heywandariyê debara xwe dikin, bi germbûna hewayê û hêşînbûna çêrê ra pez û dewarên xwe berdan çêrê.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Sînan Hakan daxuyanî da rojnamegeran û got ku rêncberên navçeyê zivistaneke dijwar derbas kir.
Hakan diyar kir ku zivistana îsal li gor ya par dirêjtir bû û wiha dewam kir:
"Bi hatina biharê û helîna berfê ra çêre hêşîn bû. Çendek şûnda çêre wê xweş be û ji aliyê aboriyê va barê ser milê rêncberên wê sivik bibe."
Ji rêncberên gundê Sugeçerê Azad Basut jî got ku heta zivistan xelas bû wan heywanên xwe di gom û tewleyan da xwedî kir û wiha dewam kir, "Bi germbûna hewayê û hatina biharê ra em heywanan berdidin çêrê. Zivistana îsal dijwar derbas bû û me jî zehmetî kişand. Em her sal havînê bi berxan va 500 mîhî dikirin, xweyî dikin û payîzê dibin Şanliurfayê û difroşin."