16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
ANKARA
Motosîkletvanê neteweyî Kenan Sofuoglu di beşa 11emîn a Şampiyonaya Supersport a Dinyayê ya li Îspanyayê da bû yekemîn û beriya pêşbirka dawîn şampiyontiya xwe ragihand.
Pêşbirka 11emîn a sezonê li bajarê Cadiza Îspanyayê li Pîsta Jerezê ku 4 hezar û 423 mêtro ye çêbû û pêşbirk ji ser 19 tûran hat kirin.
Sofuoglu, piştî ku Randy Krummenacher di tûra 5emîn da li dervayê pêşbirkê ma, şampiyontiya xwe garantî kir.
Werzişvanê neteweyî yê 32 salî tîşort û kaskê ku jê ra amade kiribûn, li xwe kir û li motosîkleta xwe siwar bû, digel alaya Tirkiyê tûr avêt û şampiyontiya xwe pîroz kir.
Di Şampiyonaya Supersport a Dinyayê da pêşbirka 12emîn ku di heman demê da pêşbirka da dawîn e dê di 30ê cotmehê da li Qatarê bê lidarxistin.
- Klasmanê ajovanan
5 rêzên ewil ên klasmana ajovanên pêşbirka 11emîn a sezonê wiha ye:
1. Kenan Sofuoglu (Tirkiye) - 196 puan
2. Randy Krummenacher (Swîsre) - 129 puan
3. Jules Cluzel (Fransa) - 126 puan
4. Patrick Jacobsen (DYA) - 122 puan
5. Kyle Smith (Britanyaya Mezin) - 100 puan