10 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
ANKARA
Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê ragihand, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan zagona di destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê da guherînê dike ya bi jimara 6771ê ya "pergala hikûmeta serokomariyê" di xwe da dihewîne, ji bo pêşkêşî raya giştî bikin û bê weşandin şand Serokwezîriyê.
Li gor vê hejmara parlementeran ji 550î derdikeve 600î, emrê ji bo hilbijartina parlementeriyê ji 25an dadikeve 18an.
Hilbijartinên serokomarî û Meclisê 5 salan carekê di heman rojê da wê bên kirin. Wê têkiliya kesê wek serokomar tê hilbijartin bi partiya wî ra qut nebe.
Hilbijartina giştî ya Meclisê û serkomariyê wê bi hev ra bên kirin.