10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Serdozgeriya Stenbolê der barê karsaz Mustafa Seyîtoglu û Serdar Seyîtogluyê ku di çarçoveya operasyonên li dijî FETOyê hatibûn girtin, bi sedema "teşebusa rakirina pergala qanûna bingehîn" cezayê miebedê, ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" jî 15 sal cezayê hepsê xwest.
Lêpirsina ku ji aliyê Dozgerê Komarê Stenbolê Gokalp Kokcu va der barê karsaz Mustafa Seyîtoglu û Serdar Seyîtogluyê ku di çarçoveya operasyonên li dijî FETOyê de hatibûn girtin de dihat meşandin, temam bû.
Di îdianemayê de barê Mustafa Seyîtoglu û Serdar Seyîtoglu de bi sedema "teşebusa rakirina pergala qanûna bingehîn" cezayê miebed, ji ber "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" jî ji 7,5 salan heta 15 salan cezayê hepsê hat xwestin.