21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "AÎHMê duh biryareke dijî welatê me eşkere kir. Çi dibêjin? Dibêjin Tirkiyeyê di doza ku serokê giştî yê berê yê partiyeke ku bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar e tê darizandin da mafên azadî, ewlehî û hilbijartinê binpê kiriye. We qet bihîstiye ku saziyeke Yekîtiya Ewropayê ji ber daxuyaniyên wî yên di bûyerên 6-8ê Cotmehê da ku li ser bangê gel derketin derva û li kuçeyan 50 kesên mesûm hatin qetilkirin da tiştek gotiye?"
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "AÎHMê duh biryareke dijî welatê me eşkere kir. Çi dibêjin? Dibêjin Tirkiyeyê di doza ku serokê giştî yê berê yê partiyeke ku bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar e tê darizandin da mafên azadî, ewlehî û hilbijartinê binpê kiriye. We qet bihîstiye ku saziyeke Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber daxuyaniyên wî yên di bûyerên 6-8ê Cotmehê da ku li ser bangê gel derketin derva û li kuçeyan 50 kesên mesûm hatin qetilkirin da tiştek gotiye?"
Erdogan li Salona Pêşangehê ya Kuliyeya Serokomariyê di Civîna Mixtaran ya 48emîn da axivî.
Serokomar Erdogan der barê biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (AÎHM) ya ji bona Selahattîn Demirtaş da wiha got: "AÎHMê duh biryareke dijî welatê me eşkere kir. Çi dibêjin? Dibêjin Tirkiyeyê di doza ku serokê giştî yê berê yê partiyeke ku bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar e tê darizandin da mafên azadî, ewlehî û hilbijartinê binpê kiriye. We qet bihîstiye ku saziyeke Yekîtiya Ewropayê ji ber daxuyaniyên wî yên di bûyerên 6-8ê Cotmehê da ku li ser bangê gel derketin derva û li kuçeyan 50 kesên mesûm hatin qetilkirin da tiştek gotiye?"
Erdogan der heqê biryara AÎHMê da diyar kir ku terorîstên hûn zehf ji wan hez dikin, wexta hûn dest bidin menfeetên wan wê ne tenê nefreta xwe berê çekên xwe jî bidin we û wiha got: "Em tu carî nikarin piştgiriya didin PKKya kujerê bi deh hezaran kesên ji zikê dayikê bigre hetanî 80 salî ya ku Yekîtiya Ewropayê bi xwe wê wekî rêxistina terorê dibîne cidî bibînin ku heman helwestê ji bo qurbanên terorê nîşan nadin."
Erdogan destnîşan kir heqê tu sazî û welatekî ku FETOyiyên li Tirkiyeyê hewla derbeyê kirin dikin taca serê xwe tuneye ku qala demokrasiyê bikin.
Serokomar Erdogan diyar kir kesên pesnê Geziyê didin eşkere yan jî veşartî pesnê PKKyê jî didin û piştgiriya FETOyê jî dikin û wiha got: "Çiqas kar, proje û hewldanên ji bona Tirkiyeyê mezin bikin û pêşva bibin hebin, navê Geziyê dijîtiya wan e."
Serokomar Erdogan diyar kir bûyerên Geziyê wekî şexsên li ser serê CHPyê proje bûn û wiha got: "Navê vê projeyê jî jinûva qeydê li lingên Tirkiyeyê bixin, meşa pîroz a gelê me bidin sekinandin e."
Erdogan di berdewamiyê da wiha peyivî: "Hilberîna genimê me têra me dike, çima ligel vê genim îtxal dikin? Ji bo têxin makarne, ar, pîskuvêt, îrmik, savar û amûrên din ku bifroşin derva genim tê îtxalkirin. Ji vê ra dibêjin çi? Dibêjin îtxalata ji bo îxracatê Kemal Beg."