11 Tebax 2016•Rojanekirin: 11 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Mahmut Kaydaşê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê dergevaniyê dike û malbata wî girîngiyê didin perwerdeyê û bi vê tevgera xwe ve balê dikşînin.
Kaydaş her çiqas li hember bûyerên terorê zehmetî kişandibe jî hewl daye ku 7 zarokên xwe bide xwendin.
Kurê Kaydaş, Serkan (19) li Zanîngeha Dicleyê di beşa Tipê de, Ozkan (21) jî di Zanîngeha Yuzuncu Yilê de di fakulteya Hekimtiya Diran de perwerdeyê dibînin. Mehmet (17) di liseyê de, Bariş (15) û Ceren (13) di dibistana navîn de keçikên wî yên cêwî Nehîr û Irmak (8) jî di dibistana seretayî di pola 3yemîn de dixwînin.
Barişê kurê Kaydaş yê ku diçe lîseyê jî di ezmuna TEOGê de 120 pirs bi tevahî rast bersivandin û bû ji yek wan kesên ku bûne yekemîn.
- Xwe nexwend lê zarokên xwe da xwendin
Kaydaş ji nûçegihanê AAyê re got ku wan di sala 2001an de ji gund koçî navendê kirine û wiha axivî: "Şikir ji Xwedê re min pariyekî heram li zarokên xwe neda xwarin. Min bi dergevaniyê û xwedana eniya xwe ve ew xwedî kirin. Min gelek eziyet kişand. Di maleke yek goze de ez 12 salan mam û 26 daîre hebûn. Min digot alîkariya min nekin bi tenê bixwînin. Kesî zarokên min nas nedikir. Min nexwend, lê min ew dane xwendin. Serkeftinên wan min kêfxweş dike. Em cahil man, hinek qîma xwe me nakin. Ji ber vê min ew dane xwendin. Bila dê û bav bi zarokên xwe re eleqedar bin, bila hevalên wan nas bikin. Heke li wan xwedî dernekevin zarokên wan nikarin tiştekî hîn bibin."
- Digel hemû astengiyan zarokên xwe dan xwedin
Dayik Sariye Kaydaşê got ku ew bi serkeftina zarokên xwe kêfxweş dibe.
Kaydaş got ku mêrê wê bi şev û bi roj dixebite û ew jî li malê bi karên malê re eleqedar dibe û wiha dewam kir: "Ez ji bo xwe endîşe nakim, zarokên xwe difikirim. Ji bo zarokên me li ba hevalê xwe mehcûb nebin, me xerce dida wan. Min bala xwe dida hevalên wan, ka bi kê ra hevaltiyê dikin. Bavê wan jî kar bi wan neda kirin. Heta wexta ku dixebitîn min ava wan jî dibir ser maseya wan."
Kaydaşê got ku Diyarbekir bajarekî xweş e lê ji ber bûyerên terorê tim bi bûyerên nexweş tê bibîranîn û wiha dewam kir: "Tim der barê Diyarbekir da xeber didin, behsa bûyerên nexweş dikin. Lê Diyarbekir cihekî zehf xweş e. Kes vê nabîne. Li vê derê zarokên wekî yên min pir in. Divê alîkariyê bidine van zarokan. Heke alîkariyê bidine van zarokan wê hemû ji bo welêt bibin însanên kêrhatî."
- Bûyerên terorê li ber serkeftina min nebûn asteng
Bariş Kaydaşê ku serdema duyem a TEOGê da bi ser ket wiha axivî: "Dê û bavê me ji bo me bi şev û bi roj xebitîn. Ezê wan rûreş nekim. Ji bo wan bi şev û bi roj bixebitim. Dixwazim bibim cerahê mêjî."
Kaydaş got ku wexta bûyerên terorê carinan nekaribû here dibistanê û wiha dewam kir: "Dê û bavê min bûn alîkar. Bûyerên terorê rê li ber min negirtin. Ez bi ezm xebitîm û bi ser ketim. Hemû dikarin bi xebatê bigihêjin hedefên xwe. Teqez bila guh bidine malbata xwe û bi ya wan bikin."