21 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
ANKARA
Biryara Rewşa Deresayî ya ku Lijneya Wezîran ji bo parastin û xurtkirina hiqûq, azadî û demokrasiyê bi pêşniyaza Lijneya Ewlehiya Neteweyî (LEN) ji bo seranserê 3 mehan îlan kir di Rojnameya Fermî da jî hat weşandin.
Li gor biryara ku di jimara Rojnameya Fermî ya îro hat weşandin da hat gotin ku di çarçoveya benda (b) xala 3yemîn a Qanûna Rewşa Deresayî ya bi jimara 2935an û 120emîn xala Makezagonê 21 tîrmehê roja pêncşemê saet ji 01.00ê pê va heta 90 rojî rewşa deresayî hat îlankirin.
Biryara ku li ser pêşniyaza LENê ji bo parastin û xurtkirina hiqûq, azadî û demokrasiyê ji hêla Lijneya Wezîran va di 20ê tîrmeha 2016an da hat dayîn.