16 Nîsan 2017•Rojanekirin: 16 Nîsan 2017
ANKARA
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ji saet 18.01an pê va qedexeya weşanê ya der barê referandumê de rakir.
Piştî hat fêmkirin ku li giştiyê welêt dengdayîn qediyaye LHByê biryar da ku qedexeya weşanê ya der barê referandumê de ji saet 21.00an dakeve 18.01an. Ji ber vê, qedexeya weşanê ji saet 18.01an pê va hat rakirin.
Hat ragihandin ku çapemenî dikare encamên hilbijartinê ji saet 18.01an pê va bide.