07 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
MARDİN
Hat ragihandin ku di operasyona li Nisêbîna navçeya Mêrdînê de 2 terorîst hatin kuştin, dema terorîstan bi teqemeniya bidestçêkirî kemîn vedida teqîn çêbû û di bûyerê de kesek mir.
Walîtiyê daxuyaniyek da û bi bîr xist ku duh di saet 07.00an de li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê qedexeya derketina derva hat îlankirin. Hat bibîrxistin ku di dema xebatên ser mensûbên PKKya rêxistina terorê de di êrîşên ku birin ser wesayîtên bizirx de 6 polês û 6 leşker birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Di dema terorîstan bi teqemeniya bidestçêkirî kemîn vedida teqîn çêbû û di bûyerê de kesek mir.Cenazeyê ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê" û hat diyarkirin ku di lêkolîna pêş de hat fehmkirin ku ev kes ji ber parçeyên şerepnelê miriye, cenazeyê ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û miameleyên edlî yên der barê bûyerê de berdewam dikin.
- 2 terorîst hatin kuştin
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Di operasyonan de 2 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin. Li Taxa Dîcleyê ya ku wir tu operasyon tunin tê texmînkiririn ku mensûbên rêxistina terorê teqemenî dan teqandin. Di encama teqînê de yek jê zarok 5 kes birîndar bûn. Birîndar hê jî li Nisêbîn û Mêrdînê tên dermankirin. Ji birîndaran qeyda kesekî heye û miameleyên edlî yên der barê bûyerê de berdewam dikin."
Hat destnîşankirin ku di operasyonan de 3 bergirî hatin rakirin, xendeq hatin tijîkirin, kamyonên ku ji bo bergiriyê danîbûn ser rê kişandin kêleka rê û bal kişandin ku bi roketavêjan 3 êrîş birin ser hêzên ewlehiyê, kesek hat binçavkirin.