Haydar Şahin,İbrahim Atmaca
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
ANKARA
Parîs Saînt-Germaînê (PSG) di Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya sezona 2017-2018an da 25 gol avêt û bû taxima "Di asta komên Lîga Şampiyonan da taxima herî zêde gol avêt".
Di 8 komên sezona Lîga Şampiyonan a îsal da 96 maç hatin lîstin. PSGê di pêşbirkên koman da 5 caran jê bir, carekê da der û koma Byê di rêza ewil da xilas kir û di rêza taximên ku herî zêde gol avêtin da jî di rêza ewil da cî girt.
Xeta hicûmê ya PSGê ji Cavanî, Neymar û Mbappe pêk tê û taximê 25 gol avête reqîbên xwe.
Parîs Saînt-Germaînê bi vî awayî ji rekora sezona 2016-2017an a di destê Borussia Dortmundê da jî derbas bû. Borussia Dortmundê di sezona borî da 21 gol avêtibû.
Piştî PSGê taxima Lîverpoolê bi 23 golan va di rêza duduyan da cî girt.
Rêza taximên ku îsal di Lîga Şampiyonan da herî zêde gol avêtin wiha ye:
| Taxim | Hejmara Golan |
| 1 | PSG (Fransa) | 25 |
| 2 | Lîverpool (Îngiltere) | 23 |
| 3 | Real Madrîd (Îspanya) | 17 |
| 4 | Chelsea (Îngiltere) | 16 |
| 5 | Porto (Portekiz) | 15 |
- Bi 306 golan va rekor hat bidestxistin
Temaşevanên fitbolhez di sezona 2017-2018an da 306 gol dîtin û ev sezona wek "sezona ku tê da herî zêde gol hatin avêtin a Lîga Şampiyonan" kete qeydan. Rekora beriya vê bi 292 golan va di destê sezona 2000-2001î da bû.
Sezonên ku li gor asta koman tê da herî zêde gol hatin avêtin jî wiha ye:
| Sezon | Hejmara Golan |
| 1 | 2017-18 | 306 |
| 2 | 2000-01 | 292 |
| 3 | 2012-13 | 284 |
| 4 | 2015-16 | 280 |
| 5 | 2014-15 | 279 |
- Barcelonayê di 6 pêşbirkan da golek xwar
Di rêza tîmên ku herî kêm gol xwarine da Barcelona yekemîn e. Barcelonayê tenê golek xwariye.
Nûnerê îspanyol bi 4 serkeftin û 2 beranberiyan va di koma Dyê da bû yekemîn. Di komê da Juventus, Sporting Lizbon û Olympiakos jî heye.
Serkeftiyê koma Ayê jî Manchester United e. Manchester Unitedê 3 gol xwarin û di rêza tîmên ku herî kêm gol xwarine da duyemîn e. Di rêza sêyemîn da jî Atletico Madrid heye.
Tîmên ku "herî kêm gol xwarin" wiha ne:
| Tîm | Hejmara golên ku xwarin |
| 1 | Barcelona (Îspanya) | 1 |
| 2 | Manchester United (Îngiltere) | 3 |
| 3 | PSG (Fransa)
| 4 |
| Tottenham (Îngiltere) | 4 |
| Atletico Madrid (Îspanya) | 4 |