22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê mensûbên PKKya rêxistina terorê Salîm Ecerê 67 salî yê ku ji xwe ra şivaniyê dikir, kuşt.
Ecerê ku li gundê Yenîaslanbaşara ser navendê ye mêşinên xwe diçêrand lê ji hêla komek mensûbên PKKê va hat dîlgirtin.
Lê Ecer û mensûbên PKKê bi devê hev girtin û li ser vê terorîstan 3 gule berî ser û singê şivanê kal dan û ew xedar birîndar bû.
Mensûbên PKKê bi wesayîteke ku li şantiyeya nêzî gund bû xesp kirin û pê reviyan.
Ekîba cendermeyan hat cihê bûyerê û Ecerê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê Salîm Ecer digel hemû mudaxaleyan bi ser xwe da nehat û li nexweşxaneyê can da.
Li Şirnexê mensûbên PKKya rêxistina terorê Salîm Ecerê 67 salî yê ku ji xwe ra şivaniyê dikir, kuşt.
Li herêmê ji bo qefaltina terorîstan operasyona bi piştgiriya hewayî dest pê kir û hat hîn bûn ku Ecer ji ber ku kerr bûbû dev ji gundparêziyê jî berdabû.