04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der heqê PKKya rêxistina terorê da got: "Wê bedela van îxanetên xwe bidin. Piştevanên rêxistina terorê wê hesab bidin. Ez bangî her alî dikim, bila tu kes alîkarî û piştgiriyê nede wan. Bila her kes bizanibe ku em ê wan nehêlin."
Soylu li navçeya navend a Kayapinarê Serokatiya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partiyê ziyaret kir û bi rêveberên partiyê û serokên navçeyan ra civîn kir.
Soylu piştî civînê daxuyanî da û got ku ji bo van axan û ji bo yekîtî û pêkvebûna vî welatî gelek fedakarî hatin kirin.
- "Yên ku piştgiriyê didin rêxistinên terorê, wê hesabê wê bidin"
"Ji Ahmet Arîf heta Ehmedê Xanî, ji Mevlana heta Yûnis Emre, ji Hecî Bektaş heta Pîr Sultan Abdal, ji Îdrisê Bitlisî heta Selahaddînê Eyyûbî, ji Hecî Bayramê Welî heta Akşemseddîn dixwazin hemû dewlemendiyên erdnîgariya me ji vê erdnîgariyê biqetînin û medeniyeta Anadoluyê bê îstiqamet, bê xwedî bihêlin."
Soylu diyar kir, rêxistinên terorê DEAŞ, FETO û PKK dixwazin hemû bi hev ra hêza welêt kêm bikin û nehêlin ku welat pêş bikeve.
Soylu destnîşan kir ku PKK zarokan direvîne û zextê li ser malbatan dike, lê welatên Rojavayê jî li hemberî van kiryaran bêdeng in û wiha pê da çû:
"Welatên rojavayê malbatên ku keçên wan bi destê PKKyê tên revandin, ji xwe ra nakin rojev. Wan li wir vedişêrin û her cure alîkariyê pêşkêşî wan dikin. Li ber xwe dikevin û dibêjin, 'Çima 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê ji aliyê milet va hat şikandin? Çima Xwedîn li serokê xwe Recep Tayyîp Erdogan derketin?' Ev kes vêca destê xwe didin rêxistinên terorê û bi wan ra dostaniyê dikin. Qet mereq nekin. Emê van rojan jî li paş xwe bihêlin."
Wezîr Soylu bal kişand ku ewê digel milet, rêxistina terorê PKKyê têk bibin û bi polîtîkayên di warê civakî, perwerde, aborî, pêşketin û ciwanan va geşepêdan û avekirina Tirkiyê berdewam bikin.
Wezîr Soylu herwiha der heqê rêxistina terorê PKKyê da hişyarî da û got ku ez dixwazim hûn baş pê bizanin ku her kê alîkarî û piştevaniyê dide wan dê di çarçoveya dewleta hiqûqê da hesab ji wan were pirsîn.