Nihat Kavşut
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ESKÎŞEHIR
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li Diyarbekirê mitîng çêkir. Li gor agahiyên ku min ji îstixbaratê hildan piraniya kesên tevlî mitîngê bûne HDPyî ne."
Erdogan li Meydana Bajêr ya Eskîşehirê di mitînga partiya xwe da axivî.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê mitînga Muharrem Înce ya li Diyarbekirê da axivî û wiha got: "Li Diyarbekirê mitîng çêkir. Li gor agahiyên ku min ji îstixbaratê hildan piraniya kesên tevlî mitîngê bûne HDPyî ne."
Erdogan bal kişand ser gotinên li ser qiraetxaneyên gel tên kirin û wiha peyivî: "Qiraetxaneyên gel tenê yek ji 146 projeyên me ye û niha li ser kekan diaxivin. Kek ji yên wiha ra tê gotin û loma ez dibêjim êdî dev ji vê xeberdanê berdin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku wê di 2020 yan jî di 2021an da dest bi çêkirina domdar ya otomobîla xwemalî bikin û wiha got: "Kemal Beg û Muharrem Beg wê ev dîzel û bibenzîn nebin. Ev wê bi ceyranê bixebitin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku wê Eskîşehirê weki 'Paytexta Perwerdeya Dinyaya Tirkan ya 2019an' îlan bikin.
Erdogan destnîşan kir ku piştî vê hilbijartinê wê Înce jî wekî serokê xwe yê giştî têk biçe û bê jibîrkirin.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Pêşniyaza ku min di her hilbijartinê da li şexsê ku CHPyê bi rê va dibe dikir niha jî ez li Muharrem Înce dikim. Tu dikarî bibêjî 'Heger di hilbijartinê da nebim yekemîn ez ê dev ji siyasetê berdim'? Heger îdiaya te heye tu jî heman sozî bide û bila dilê Kemal Beg jî rehet be."