Haydar Şahin
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
KARS
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan got, "Pire û rêbejên bi destê Midûriyeta Giştî ya Rêbejê tên xebitandin ew ê di eydê da ji bo 4 rojan bê bere bin."
Wezîr Arslan li Sarîqamîşa navçeya Qersê daxuyanî da nûçegihanan û bal kişand ser xebatên ku wezaret di eydê da dimeşîne û eyda alema Îslamê pîroz kir.
Arslan got di seranserê eydê da bi Wezareta Karên Navxweyî ra tevdîrên li ser rê û dirban digrin û wiha axivî:
"Ji bo ku ajokarên me di tengasiyê da nemînin yekeyên wezareta me, walîtî û Wezareta Karên Navxweyî bi hev ra dixebitin. Em ê di eydê da xebatên înşaeta li ser rêyan zehf kêm bikin. Heke mecbûr nemînin em ê nexebitin ku welatiyên me bi rihetî rêwîtiya xwe bikin."
Arslan ji ajokar û welatiyan xwest ku bira di rê da baldar bin û şahiya eydê venegerînin şînê.
Arslan hişyarî da ajokaran ku bira bê xew derkevin rê û bala xwe bidin ser işaretên trafîkê.
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan wiha pê da çû:
"Pire û rêbejên bi destê Midûriyeta Giştî ya Rêbejê tên xebitandin ew ê roja erefeyê tev jî tev di eydê da ji bo 4 rojan bê bere bin. Piştî eydî jî hetanî 18ê hezîranê da 07.00an pere ji welatiyan neyê sitandin.