Abdullah Tel
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
ELAZIG
Li Paloya navçeya Elezîzê piştî ku baran sekinî tavê da û keskesor derket, dîmenekî xweş derket meydanê.
Paloya ku ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye, Ava Muradê tê da derbas dibe, her demsal bi reng û neqşên xwe cihekî xweş e û vê carê jî bi keskesorê xemilî.

Li navçeya xwedî dîrokeke 7 hezar salî ye piştî baranê ewr xwe da alî û tav derket. Bi derketina tavê jî keskesorê xuya kir û dîmenekî bêhempa çêbû.

Welatî û gerokên li navçeyê wêneyên vî dîmenî kişandin.
Şaredarê Paloyê Saît Dagoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Palo di demên cihê da ji bo gelek şaristaniyan mazûvanî kiriye û ji hêla dîrokî û siruştî va jî bajarekî dewlemend e.