Önder Beyter
08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 08 Nîsan 2018
HATAY
Li Altinozuya navçeya Hatayê ji ber Cejna Paskalyayê li Dêra Ortodoksên Rûm a Dayîka Maria û Dêra Ortodoksan a Aya Yorgî ayîn hat lidarxistin.
Keşeyê Dêra Ortodoksên Rûm a Dayîka Maria Mûsa Papaz û Dêra Ortodoksan a Aya Yorgî Cebraîl Kuşoglu ayîn bi rê va birin. Herwiha beşeke ayînan di hundirê dêrê da beşa mayîn jî li baxçeyê dêrê hatin lidarxistin.
Kesên ku beşdarî ayînan bûn çira vêxistin û dia kirin.
Maria Şahbazê ku beşdarî ayînê bû, diyar kir ku ew bi yekîtî û hevgirtinê Cejna Paskalyayê pîroz dikin.
Mixtarê Taxa Tokaçli Îbrahîm Çîlîngîr jî diyar kir ku seba cejnê ji dervayî welat û ji nava welat gelek kes hatin dêrê ku ev yek ji bo wan ciyê kêfxweşiyê ye.
Çîlîngîr diyar kir ku daxwaza wî ew e ku Cejna Paskalyayê bibe wesîleya aştî û aramiyê.