Sevim Hatun
19 Hezîran 2017•Rojanekirin: 20 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku li Diyarbekirê di çarçoveya operasyona ewlehiyê de 100 kîlogram teqemeniya ku hat tespîtkirin ji aliyê PKKya rêxistina terorê ve li ser rêbeja Licê hatiye bicîkirin, bi kontrol hat îmhekirin.
Li gor daxuyaniya ku walîtiyê belav kir, ji bo berterefkirina terorîstên PKKyî, peywendiya navbera terorîst û tacIrên hişbirê derxin holê, ji bo hevkarên terorê û bersûcên der heqê wan de biryara lêgerînê heye bên qefaltin, li 6 navçeyan qadeke ku ji hezar û 528 kîlometreyan pêk tê di 28ê Gulanê de "Operasyona Yekeyên Hevpar ên Cendirmeyê yê Şehîd Yuzbaşi Fuat Oguzcan Bayrak-54" dan destpêkirin.
7 hezar û 742 personelên hêzên ewlekariyê beşdarî operasyonê bûn. Herwiha duh li 33 ciyên kontrolê di 59 wesayitan de lêgerîn hat kirin, herwiha 731 kes jî girtin lêpirsînê. Di lêpirsînê de 6 kesên qaçaxê eskeriyê hatin binçavkirin.
Di operasyonê de li 4 şikeft û derdora wan lêgerîn hat kirin, di lêgerînê de 6 tupên metbaxê yên her yek giraniya wan 12 kîlo bû, 2 tupên giraniya wan 2 kîlo, 16 pîlên mezin, vantîlator, band hatin desteserkirin.
-Teqemenî hat tespîtkirin
Di operasyonê de li nêzî rêbeja qereqola gundê Ortaça ser Licê 100 kîlo teqemeniya bi amonyûm nîtrat û toza eleminyûmê hatiye bihêzkirin hat dîtin. Teqemeniya bikumanda hat îmhekirin.