06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna li ser malên ku Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) ji bona namzedên dadgertî û dozgertiyê vekirine da der heqê 38 şikbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser malên ku FETOyê ji bona namzedên dadgertî û dozgertiyê vekirine dimeşîne da piştî delîl û îfadeyên teze hatin bidestxistin hin şikbar hatin tesbîtkirin.
Dozgeriyê ji bo 25 şikbarên ku tê îdiakirin van malan îdare dikin û 13 parêzeran biryara binçavkirinê da. Ekîbên ewlekariyê li ser telîmata dozgeriyê ji bona derdestkirina şikbaran li 18 bajaran operasyona navenda wê Stenbol e da destpêkirin.
Ji bo derdestkirina 25 kesên ku di malên rêxistinê ji bo namzedên dadgertî û dozgertiyê vekirine da wezîfeyên wekî "sermidûr, midûrê giştî, rêveber, berpirsê fakulteyê, berpirsê zewacê, berpirsê personeltiyê" kirine û 13 parêzerên di van malan da mane xebat dewam dikin.