Abdullah Tel
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Neviyên Mele Ebûbekir Efendiyê ku bi eslê xwe ji Erziromê ye û Siltan Ebdulazîz ew şandibû Efrîqaya Başûr niha li Tirkiyeyê li pey şopa kalê xwe digerin.
Ebûbekir Efendî di sala 1862an da ji bo pirsgirêkên di navbera Misilmanên li Pozê Hêviyê-Efrîqaya Başûr ku di bin metîngeriya Îngilîzan da bû hel bike û ilmên Îslamî hînî wan bike bi destê padîşahê Dewleta Osmanî yê wê demê va hatibû şandin. Qafîleya ku ji 14 neviyên wî pêk tê par çûbûn Erziromê û îsal jî berê xwe dan Stenbolê
Neviyên wî yên ku îro hê jî li Cape Townê dijîn û dane pey rêça kalê xwe û hatine Stenbolê daxuyanî dan nûçegihana AAyê û qala kelecana xwe kirin.
Washila Muhammeda neviya Ebûbekîr Efendî ya ku par tevlî mêrê xwe çûbû Erziroma warê kalê xwe îsal jî tevlî zarok û neviyên xwe hat Stenbolê.
Washila Muhammedê got ku wê di zarokatiya xwe da gelek çîrokên ku qala Erziromê tê da dihat kirin guhdar kiriye û wiha dewam kir: "Kalikê me Ebûbekir Efendî nêzî 160 sal berê ji bo ilmên Îslamî bide hînkirin ji Erziromê radibe û diçe Cape Townê û qet venagere. Li Cape Townê gelek kesan perwerde dike. Kalikê min mîrateke mezin li pey xwe hiştiye. Li Cape Townê heta li çar aliyê Efrîkaya Başûr mimkûne ku mirov rastî rêç û berhemeke kalikê min bê. Mîrata wî ya ji wê demê îro jî pêşiya me ronî dike."