Haydar Şahin
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
TUNCELÎ
Navenda perwerdeya raftîngê ya ewil a Tirkiyeyê li Tunceliyê hat vekirin.
Navend bi alîkariya Walîtiya Tunceliyê li rexê Çemê Munzurê ya li tanga Taxa Moxoltayê hat vekirin. Li ser daxwaza Fîkret Yardimciyê Serokê Duduyan ê Federasyona Raftîngê ya Dinyayê û Serokê Federasyona Raftîngê ya Tirkiyeyê di lijneya rêveberiyê da biryar hat dayîn ku navê navendê wekî "Navenda Perwerdeya Raftîngê ya Walî Tuncay Sonel" danîn.
Tuncay Sonelê Wekîlê Şaredar û Waliyê Tunceliyê di merasima vekirinê da axivî û bi bîr xist ku dema walî li bajarekî dixebitin û tayîna wan derdikeve navê wî li tiştekî dikin, ew hê li Tunceliyê li ser wezîfeyê ye û navê wî li ciyekî kirin ji ber vê kêfxweş e.
Sonel got Tuncelî êdî bajarê aramiyê ye û wiha axivî: "Îsal li Tunceliyê cara ewil Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê hat lidarxistin. Înşellah sala pêşiya me jî Şampiyonaya Raftîngê ya Dinyayê ew ê cara ewil were lidarxistin. Çemê Munzurê êdî bi sporên avê, raftîngê û sporên tebîetê tê zanîn."
Sonel diyar kir ku navenda raftîngê ew ê tevkariyê bide bajêr û wiha pê da çû: "Înşellah zarok û ciwanên Tunceliyê ew ê li vê derê perwerde bibin ji welat û gelê xwe ra karên baş bikin. Daxwaza me ew e ku di taxima neteweyî da tevlî pêşbaziyan bibin û sirûda me ya neteweyî bixwînin. Daxwaza min ew e ku navenda perwerdeyê ji her kesî ra bi xêr be."