Fatih Gazioğlu
26 Gulan 2018•Rojanekirin: 27 Gulan 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê kelecana Şampiyonaya Raftîngê ya Tirkiyeyê ya pêr dest pê kiribû dewam dike.
Pêşbaziyên duyemîn yên li ser Çemê Munzurê îro jî dewam kirin.
Şampiyona bi serokatiya Federasyona Branşên Sporê yên Tirkiyeyê û bi hevkariya Walîtî û Şaredariya Tunceliyê tê organîzekirin.

Di pêşbaziyên di roja seyemîn de ji kategoriya jin û zilaman yên ku ji 19 û 23 salî biçûktir jî di nav de bi tevahî 47 ekîp beşdar bûn.
Pêşbazî li serê Çemê Munzurê li tanga Anafatmayê dest pê kir. Tîm li ser Çemê Munzurê bi qasî 7 kîlometre bi bêran ketin pêşbaziyê û hewl dan xwe bigihînin navenda bajêr.
Tîman di nav siruşta Parka Neteweyî ya Newala Munzurê de pêşbazî bi kêfeke mezin qedand.
Şampiyona wê bi pêşbaziyên sibê biqede.