Nihat Kavşut
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Ji bona qefaltina 42 gumanbarên ku tê îdiakirin ByLocka bernameya veşartî ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) emilandine navend Stenbol li 11 bajarî operasyon dan destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bona qefaltina 42 gumanbarên ku tê îdiakirin ByLocka bernameya veşartî ya FETOyê emilandine biryara binçavkirinê derxist.
Ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxcîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê ji bona qefaltina gumanbaran navend Stenbol li Edene, Enqere, Artvîn, Balikesir, Duzce, Îzmir, Kocaelî, Kutahya, Manîsa û Wanê derketin operasyonê.