Haydar Şahin
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ANKARA
Li Arakana (Rakhine) eyaleta Myanmarê artêş û neteweperestên budîst hê jî sivîlan dixin hedefê.
Li gor agahiyên ku AAyê ji saziyên civaka sivîl ên pêewle û çavkaniyên herêmî berhev kir, li Maungdaw, Buthidaung û Rathidaunga bajarokên ku herî zêde misliman lê dijîn artêş û neteweperestên budîst hê jî êrişî sivîlan dikin.
Misilmanên Arakanê malên xwe terk kirinine û dixwazin xwe bispêrin Bangladeşê, lê hikûmeta Bangladeşê Misilmanên Arakanê qebûl nake. Misilman di navbera 2 welatan de asê mane.

Berdevka Konseya Rohingya Ewropa (ERC) Dr. Anita Schugê 28ê Tebaxê bo peyamnêrê AAyê ragihandibû ku di êrişên artêşê de 2-3 hezar Misilman hatin kuştin û 100 hezar jî ji cihên xwe bûn.
Li Arakanê hikûmeta Myanmarê bi tu awayî rêya gihîştinê nade, loma Misilmanên Arakanê tecrîdkirî mane û li gor agahiyên bi rêya medyaya civakî şandine 70 gund bi temamî hatine şewitandin.
Nêzîkî 60-70 hezar Misilmanên li van gundan dijiyan li ser sînor hewl didin derbasî Bangladeşê bibin.
Digel rêgiriya hikûmetê jî teqrîben 20 hezar kes derbasî Bangladeşê bûn. 50 hezar kes jî li ser erdên sînor çavnêriyê dike.