Abdullah Tel
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ŞIRNAK
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî şev li Fermandariya Tumena 23emîn a ku bilindahiya wê hezar û 170 metre ye derbas kir û nimêja eydê jî tevlî eskeran li Baregeha Gormeçê eda kir.
Canîklî him ji bo lêkolînên li ser sînor û him jî ji bo eyda eskeran pîroz bike duh bi balafira fermandariya Hêzên Esmanî va çû Şirnexê.

Canîklî ji Balafirgeha Şerafettîn Elçî bi helîkopterê hat hildan û derbasî Fermandariya Tumena 23emîn bû.
Wezîrê Parastina Neteweyî Canîklî şev li Fermandariya Tumena 23emîn derbas kir û serê sibê jî rabû û nimêja eydê jî tevlî eskeran li Baregeha Gormeçê eda kir û eyda eskeran pîroz kir.