Haydar Şahin
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ŞANLIURFA
Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan bi Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba ra nimêja eydê li Şanliurfayê kir û çû eydaniya welatiyan.
Orgeneral Akar bi fermandarên hêzan, Wezîrê Xurek Çandinî û Heywandariyê Ahmet Eşref Fakibaba û Walî Abdullah Erîn ra li Mizgefta Dergahê nimêjê eydê kir.
Piştî nimêje Akar çû eydaniya welatiyan û bi Fakibaba û fermandaran jî êm dan masiyên Gola Masiyan.
Wezîr Fakibaba çaxa ji mizgeftê derket daxuyanî da û got bawer dike ku eyd dê zehf xweş derbas bibe.
Fakibaba diyar kir ku ji bo pirsgirêk dernekevin hemû tevdîr girtine û wiha axivî: "Em bi Sererkanê me ra bûn. Ez Eyda Qurbanê ya hemû Tirkiye, Şanliurfa û alema Îslamê pîroz dikim."