Muhammet Kurşun
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Gumanbarê ku bi sûcê lêdana hemşîre Ayşegul Terziyê li otobêsa şaredariyê dihat mehkemekirin 3 sal û 10 meh cezayê hepsê xwar.
Rûniştina li 40emîn Mehkemeya Cezayên Esliyeyê bêyî beşdariya Terziyê bi hatina gumanbar Abdullah Çakiroglu û parêzerê wî birêve çû.
Di rûniştinê de parêzerên Terziyê jî amade bûn û parêzerên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê, baro û platformên jinan jî beşdar bûn.
Piştî parastinên aliyan hakimê mehkemeyê ji ber sûcê "rêlibergirtina bawerî, fikir û azadiya qenaetê", "birîndarkirina qesdî" û "heqaretê" 3 sal û 10 meh cezayê hepsê li gumanbar birrî.