Xebatên lêgerînê yên ji bo hemşîreyê di Çemê Miksê da winda bûbû didomin
Siirt
Xebatên ji bo dîtina Eyup Guneşê ku li Perwariya navçeya Sêrtê dema bi hevalên xwe ra seyran dikir û hevala wan di avê da çû û wî jî ji bo xilaskirinê xwe avêt avê û winda bû dewam dikin.
Di 11ê hezîranê da hemşîre Halîme Tîmurtaşa di Midûriya Tenduristiyê ya Navçeyê wezîfedar bû li bajaroka Begendîkê ji ber ku lingê wê teisî kete Çemê Miksê, Guneş jî ji bo wê xelas bike xwe avête çem lê di ro da çû.
Di xebatên lêgerînê yên ji bo Guneş tên kirin da Tîma Lêgerîn û Xilaskirinê ya Binavê ya Edeneyê (SAK), Amirtiya Koma Binavê ya Midûriya Ewlehiya Bidlîsê, cendirmeyên li Sêrtê, ekîbên UMKE û AFADê û gundparêz wezîfedar in.
- Bûyer
Halîme Tîmurtaşa di Midûriya Tenduristiyê ya Perwariyê wezîfedar bû di 11ê hezîranê da li bajaroka Begendîkê ji ber ku lingê wê teisî bû ketibû Çemê Miksê û kesên derdorê çiqas hewl dabûn jî ew xelas nekiribûn. Hemşîre Eyup Guneş jî ji bo hevala xwe xelas bike xwe avêtibû çem, lê di ro da çûbû û winda bûbû.