Xebatên lêgerînê yên ji bo hemşîreyê di Çemê Miksê da winda bûbû didomin
Siirt
Li Perwariya navçeya Sêrtê ji bo Eyup Guneşê di Çemê Miksê da ro da çûye bê dîtin, ekîbeke ji 130 kesî pêk tê dixebite.
Xebatên ji bo dîtina Eyup Guneşê ku dema li bajaroka Begendîkê bi hevalên xwe ra seyran dikir û hevala wan di avê da çû û wî jî ji bo xilaskirinê xwe avêt avê û winda bû 45 roj e dewam dikin.
Li herêma ku çem û Gola Bendavê ya Çetînê digêhên hev lêgerîn tê kirin, cihên dar û zinar lê hene tên kontrolkirin.
Tîma Lêgerîn û Xilaskirinê ya Binavê ya Wanê (SAK), peywirdarên Lêgerîn û Xilaskirina Binê Avê ya Ewlekariya Elezîzê, cendirmeyên Sêrtê, ekîbên UMKE û AFADê û gundparêz yên ku ji 130 kesan pêk tên ji Pireya Miksê heta Bendava Çetînê û Santrala Hîdrolîkê (HES) li herêmeke 30 kîlomêtroyî Guneş digerin.
Halîme Tîmurtaşa di Midûriya Tenduristiyê ya Perwariyê wezîfedar bû ji ber ku lingê wê teisî bû ketibû Çemê Miksê û kesên derdorê çiqas hewl dabûn jî ew xelas nekiribûn. Hemşîre Eyup Guneş jî ji bo hevala xwe xelas bike xwe avêtibû çem, lê di ro da çûbû û winda bûbû.