Tirkiye

Xebatên lêgerîna hemşîreyê ku di Çemê Miksê da winda bû didomin

Fecri Barlık  | 30.06.2022 - Rojanekırın : 02.07.2022
Xebatên lêgerîna hemşîreyê ku di Çemê Miksê da winda bû didomin

Siirt

Ji bo dîtina Eyup Guneşê ku li Perwariya navçeya Sêrtê tevlî hevalên xwe seyran dikir û hevala wan di avê da çû û wî jî seba xilaskirinê xwe avêt avê û winda bû, xebat didomin.

Di xebatên lêgerînê yên ji bo Guneş da ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajarê Diyarbekirê Tîma Lêgerîn û Xilaskirinê ya ji Nav Avê, Lêgerîn û Xilaskirina Cendirmeyê ya Hekariyê, UMKE û AFAD beşdar in.

Di 11ê Hezîranê da ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Perwariyê hemşîre Halîme Tîmurtaş ketibû ava Çemê Muksê û tê da çûbû bi saya kesên li der û dorê ew ji avê hatibû derxistin, lê digel hemû midaxeleyan bi ser xwe da nehatibû. Eyup Guneş jî bi armanca ku hevala xwe ji nav avê xilas bike xwe avêtibû çem, lê avê ew bir û winda bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.