Tirkiye

Ji dayikên Diyarbekirê bo zarokên xwe bangewaziya "teslîm bibin"

Mehmet Sıddık Kaya  | 30.06.2022 - Rojanekırın : 01.07.2022
Ji dayikên Diyarbekirê bo zarokên xwe bangewaziya "teslîm bibin"

Diyarbakir

 Dayikên Diyarbekirê yên bihêviya bigihêjin ewladên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku zarokên wan hatine revandin, HDPyê wek berpirs dibînin û lewma jî ji 3yê Îlona 2019an vir va li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 1032an.

Esmer Koça dê ya ku ji bo keça xwe Zubeydeyê beşdarî çalakiyê bûye, diyar kir ku keça wê 9 sal berê hat revandin û ji wê demê vir va ye ji keça xwe xeber nestandiye.

Koçê bal kişand ku heya ew keça xwe hilnede, ew ê bi tu cihî da neçe û her wiha bangî keça xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Necibe Çifçiya ku ji bo kurê xwe Rojhatê ji Hekariyê dema 16 salî bû hat revandin, beşdarî çalakiyê bûye, diyar kir ku ewladekî wê ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat qetilkirin û yek jî bo çiya hat revandin.

Çifçiyê gazî kurê xwe kir ku teslîmî dewletê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.