Fatih Gazioğlu
14 Îlon 2018•Rojanekirin: 21 Îlon 2018
MUŞ
Li Mûşê mamosteyên gund paceyên mekteba ku lê wezîfedar in temîr kir û dîwarên wê boyax kirin.
Li Korkuta navçeya Mûşê mamosteyên li gundê Alazliyê dixebitin beriya vebûna serdema perwerdeyê ya nû ketin nav mektebê û dest bi paqiyê kirin. Mamosteyan û rêvebirên mektebê derî û paceyên mektebê temîr kirin û bi hev ra hemû mekteb boyax kirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Korkutê Caner Budak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got wan li navend û gundan qasî 60 mekteb temîr kirine û xebatên wan hê dewam dikin û wiha axivî:
"Par me 32 mekteb temîr kiribûn. Lê ji bo temîrkirina hin mekteban wext nema."Mamoste û rêvebirên mekteba me gotin em ê arîkariyê bidin we. Me jî li ser vê ji wan re melzeme temîn kirin û şandin gund. Wan jî bi van melzemeyan kêmasiyên mektebê temam kirin û mekteb boyax kirin. Ji ber vê fedeqariyê em spasiya hemû mamosteyên xwe dikin."
Ji mamosteyan Selîn Kucukdemîrê got ku ew xelka Stenbolê ye û ev 4 sal e li vê mektebê wezîfeyê dike. Kucukê got jiyana li Mûşê li gor ya Stenbolê cudatir e û wiha axivî:
"Em û xwendekarên me li vê derê her dem bi hev ra ne. Mekteba me heçko mala me ye. Em li vê derê tenê dersê nadin. Em paqijiyê jî dikin. Me mekteba xwe bi dilxwazî boyax kir. Di emirê min da ev cara ewil e ez boyaxê dikim. Ji bilî vê me mase, sire û pace jî paqij kirin û mekteba xwe me amade kir."
Ji mamosteyan Nezîha Turkê jî got ku mamoste divê bi hemû mijaran re eleqeder bibin û wiha got:
"Em carna divê ji zarokan re bibin dayik û carna jî bibin bav. Divê em xîtabî hemû hîsên zarokan bikin. Ji bo nifşeke baş tişta ku ji destê me tê em ê bikin."