Omer Aslanê (73) ku 30 sal berê terka gundê xwe yê Bingolê ya ku girêdayê Eruha navçeya Sêrtê kiribû, piştî pêvajoya çareseriyê zivirî gundê xwe û niha bi tena serê xwe dijî.
- Xwe wek mixtar hilbijart
Aslan daxuyand ku di sala 1984an de rêxistina PKKê êrîş bir li ser gundê wan û ew mecbûr man ku ji gundê xwe derkevin.
Aslan wiha axivî: "Demek berê jina min wefat kir. Ji ber ku 4 zarokên min jî dixebitîn min nikaribûya ku ez vegerim gund. Lê piştî ku ez teqawîd bûm û bi pêvajoya çareseriyê ve rewş aram bû ez hatim gund û min li vir mizgeftek çêkir. Ez bi tena serê xwe li gund dijîm. Min bi rayekî ve xwe wek mixtar xilbijart. Hewcedariya min cîranan heye û ez bendê me ku gundî vegerin gund."
- "Divê malbatên ku dixwazin vegerin re piştgirî bê dayîn"
Aslan got ku wî hewl daye ku rêya gund bê asfaltkirin û wiha axivî: "Li gund ceyran û av heye. Du malbat ji bo ku vegerin gund hatin, lê ji ber ku aboriya wan têrê nekir ku malên xwe ava bikin paş ve zivirîn. Ji ber vê jî divê piştgiriyê bidin malbatên ku dixwazin vegerin."
- "Min serî lê da ku dêra gund bê nûkirin"
Aslan behsa cîranên xwe yên ne misilman jî kir û wiha axivî: "Li gund berê ermenî û êzdî jî dijiyan. Ez dixwazim ew jî vegerin. Ji bo ku dêra li gund bê nûkirin min serî saziyên ku bi vê re eleqedar dibin da."