16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê de teqemeniyeke di nav axê de hatibû bicihkirin, hat teqandin.
Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr daxuyand ji bo ku aramî û ewlehî bê parastin û rê li ber êrîşên xwînî bên girtin, operasyonek hat kirin.
Di operasyona "Cendirmeyê Şehîd Ekrem Kaygisiz" de li taxa Sallidereyê teqemeniyeke di nav axê de hatibû bicihkirin hat teqandin.
Hat gotin ji bo aramî û ewlehiyê xebatên têkoşîna dijî terorê wê bê navber dewam bikin.