15 Tebax 2018•Rojanekirin: 15 Tebax 2018
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de terorîstekî amadehiya êrîşê dikir sax hat girtin, terorîstek jî kuştî hat bi destxistin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê welatiyên li taxa Sallidereyê dijîn îxbarek kirin ku komeke terorîstan amadehiya êrîşê dikin.
Li ser îxbarê ji bo ku terorîst bên girtin, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 14-15ê Tebaxê de bi alîkariya tîmên Midûriya Ewlehiya Bajêr "Operasyona Cendirmeyê Şehîd Ekrem kaygisiz" kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin terorîstekî li ser darê xwe veşartîbû sax hat girtin, terorîstekî din ê ku teslîm nebû û gule barand jî kuştî hat bidestxistin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir "Tivingeke piyadeyê ya M-16an, demançeyek, 4 bombeyên destan, 8 şarjorên tivinga piyadeyê ya AK-47an, şarjorên tivinga piyadeyê ya M-16an, şarjora demançeyê, 122 fîşengên tivinga piyadeyê ya M-16an, 119 fîşengên tivinga piyadeyê ya AK-47an, 14 fîşengên demançeyan, dûrbîneke termal hat bidestxistin."
Hat gotin ji bi aramî û ewlehiya herêmê têkoşîna dijî terorê wê bê navber dewam bike.