10 Îlon 2016•Rojanekirin: 11 Îlon 2016
TUNCELÎ
Li Xozata navçeya Tunceliyê endamên PKKya rêxistina terorê dema wesaîta sivîlan derbas dibû teqemeniya ku kiribûn erdê teqandin û peyra di navbera endamên rêxistinê û hêzên ewlehiyê da ku diçûn ciyê bûyerê pevçûn derket.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê 2 kes bi wesaîteke taybet diçûn daristana li texma gundê Yenîbaşê ku tê plankirin dar bên birîn.
Dema ku wesaît derbas dibû endamên rêxistinê teqemeniya ku kiribûn erdê teqandin.
Hay diyarkirin ku peyra di navbera endamên rêxistinê û hêzên ewlehiyê da ku diçûn ciyê bûyerê pevçûn derket.
Li gor agahiyên rayedaran hê agahî hilnedane û li herêmê pevçûn û operasyon dewam dike.