Tirkiye

Li Sêrtê ji bo 2 hezar û 500 kesî fitar

Ji bo xatirê Îbrahîm Bîlgen ku di êrîşa dijî keştiya Mavî Marmara da şehîd bûbû, fitar hat dayîn

Önder Beyter  | 27.05.2018 - Rojanekırın : 28.05.2018
Li Sêrtê ji bo 2 hezar û 500 kesî fitar

Siirt

SÎÎRT

Li Sêrtê ji bo xatirê Îbrahîm Bîlgen ku di êrîşa dijî keştiya Mavî Marmara da şehîd bûbû, fitar dan 2 hezar û 500 kesî.

Weqfa Mafên Mirovan a Heq û Azadiyên Mirovan (ÎHH) hersal ji bo bibîranîna Îbrahîm Bîlgen ku di êrîşa dijî keştiya Mavî Marmara da şehîd bûbû fitarê dide. ÎHHyê îsal jî ji bo cara 8emîn ligel Komeleya Alîkariya Mirovî ya Sêrtê bernameya xwarina fitarê li dar xist û herwiha 2 hezar û 500 kes beşdar bûn.

Yusuf Bîlgenê kurê Îbrahîm Bîlgen û rêveberê Komeleya Alîkariya Mirovî ya Sêrtê jî beşdarî fitara "Sifreya Îbrahîm Xelîl" a ku li hewşa Dibistana Navîn Sancaklarê hat dayîn bû û got ku îsal 2 hezar û 500 kes beşdarî fitara ku hersal li ser navê bavê wî tê lidarxistin, bûn ku ev yek jî dide nîşanê bê ka însan çiqas xwedî li şehîdê Filistînê derdikevin.

Bîlgen bal kişand ku ji bo bernameya fitarê gel eleqeyeke germ nîşan da û wiha dewam kir:

"Em ê înşelah vê fitarê ligel gelê xwe li Qudsê vekin. Bi hezaran kes beşdarî fitara me bûye. Li vir armanca me bi tenê ne fitarvekirin û ziktêrkirin e. Armanca me ya sereke ew e ku hem bi wesîleya şehîdê me yê Filistînê va were bîra me bê ka çi qewimînên ne qenc li Qudsê çêdibin û hem jî ji bo azadiya wir em alîkariyeke piçûk bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.